• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dayikên şehîdan qerara doza Yasîn Boru nirxandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di encama  doza  Yasîn Boru û hevalên wî ya ku hat dîtin de ji 24 kesên bersûcên qatil re ceza hat dayîn. Dayikên şehîdan cezaya ku ji qatilên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz re hat dayîn nirxandin, dayikên ku cezayan nirxandin destnîşan kirin bi darizandina ku hatiye kirin edaleta rastî nehatiye tesîskirin û divê kesên teşwîqkarên bûyeran jî bên darizandin.

Hatîce Boruya diya Şehîd Yasîn Boru di derbarê mijarê de destnîşan kir qerara mehkemê wan qismên memnun kiriye lê belê sûcdarên heqîqî hêj li derve ne. Hatîce Boru dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serî de Selahhatîn Demîrtaş, Zubeyde Zumrut, partiyî û  her wiha temamê terefdarên PKKê neyên cezakirin dê edaleta rastî dê tecellî neke. Qerara ku hat dayîn bû nefes lê dîsa jî me dilê me rihet nekir.”

Dê Boru di berdewama axavtina xwe de diyar kir di roja ku bûyer diqewimîn de heta 4-5 rojan polês ne li meydanê bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hetta walîtî û qeymeqamtî jî tunebû. Çima neçûn alîkariya ewladên me? Çima kolanan teslîmî wan wehşî û hovan kirin? Vê qêrîna alîkariyê herkes bihîst. Çima di derheqê wan de lêpirsîn nehat vekirin? Digel ku çend talanker ceza standibin jî ev ceza me tatmîn nekir.”

 “Divê Demîrtaş û  rayedarên ewlehiyê yên wê dewrê jî bên darizandin”

Boru di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku Yasîn û hevalên wî dihatin qetilkirin xwediyê xanî li polêsan geriyaye  û wiha pê de çû: “ Hawar hawar e pîrekê ye û ji polêsan alîkariyê dixwast. Lê polês weke ku tinazên xwe li pîrekê dikir pê re diaxivî. Çima ji wî polêsî re doz nehat vekirin? Edalet tecellî nekir. Çi wextê ku Yasîn sipûsax rabe ser piyan dê hingî edalet tecellî bike. Dema ku azadiya wan tê sînorkirin edalet pêk nayê. Edalet wisa nabe. Deqîqe bi deqîqe saniye bi saniye çi anîbin serên zarokên me heta ku neyênin serên wan jî edaleta rastî tecellî nake. Ger ne endamên PKKê bin çima di mahkemê de sloganên PKKê diavêtin. Divê Demîrtaş û rayedarên ewlehiyê yên wê dewrê jî bên darizandin. Heta ku di derheqê wan de lêpirsîn neyê vekirin dê edaleta rastî tecellî neke. Kesên ku ji van qerarên ku di encama darizandinê de hatine dayîn razî hebin bila xwe têxin dêla me û ewledên xwe jî bila têxin dêla Yasîn.”

 “Kesên ku bûyeran dane destpêkirin Demîrtaş, Zumrut û Yuksekdag e”

Zerîfe Dakaka diya Huseyîn Dakak jî di derbarê mijarê de diyar kir qerara ku hatiye standin ne ji bo temamê sûcdaran in û hinek bersûcên ku navên wan di dozê de hebûn reviyan û di derheqê van kesan de bi tu awayî lêpirsîn nehat vekirin. Dê Dakak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku bûyeran dane destpêkirin Demîrtaş, Zumrut û Yuksekdag e. Ev kes daxilî bûyerên 6-7ê Cotmehê nehatin kirin. Ez dixwazim esil ev bên darizandin. Ev bû du sal û nîv ku em diçin û tên. Lê tu encam nehat girtin. Li Diyarbekirê li kêleka karakolê bûyer derxistin  û zarokên me li cihekî nêzî karakolê qetil kirin.”

Dê Dakak di dawiya axavtina xwe de diyar kir di dema darizandinê de gelek derew hatine gotin û wiha got: “ Ew kes ji xwe re digotin em Kurd in, lê kesên ku hatin kuştin jî Kurd bûn. Diyarbekirê kirin mîna Kobanê. Ji zarokên me re gotin DAIŞ, lê ew zêdetirî wan qetlîam kirin.  Ev qas wext e ku emdiçin tên mehkemê. Ez dixwazin Hasan Okçu, Huseyîn Okçu, Yildiz Doganay, xwediyên malê û qatilên rastî bên girtin. Ez bangê li temamê rayedaran dikim da ku van kesan bigrin.”

Mehtap Gokgozê diya Hasan Gokgoz jî di derbarê mijarê de diyar kir lawê wê di bûyerên 6-7ê Cotmehê de bi hovîtî hatiye qetilkirin û ew di mehkemê de edaleta rastî nedîtine. Dê Gokgoz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew xaliyên ku xwînên wan rijiyan ser wan, dîwar, masa li her derê xwînên wan hebû. Ew kesên ku beraat kirine çawa beraat kirin? Yusuf Erê ku ji bûyeran re bûye şahid kesê ku di destê wî de sator hebû tesbît kiribû, encax wî serbest berdan. Ez dixwazim digel kesên ku beraat kirine Demîrtaş jî ceza bixwe.  HDP/ PKK wan kesên ku ji Şingal û Kobanê anîn li vê derê berdan li ser Mislimanan. Deriyê odaya lawê min girtiyeç Min qet wî jibîr nekir.  Bila dê û bavên wan jî bigrî da ku zanibin ev êş û elem çi ye.”

 “Ew peşkên xwînê yên ku rijiyan erdê delîlên tehmkirina wan a şehadetê ye”

Gokgoz di berdewama axavtina xwe de diyar kir bersûcên qatil her tim derewan digotin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Allahê ku Rebbê almen e ji wan xeberdar bû. Ew peşkên xwînê yên ku rijiyan erdê delîlên tehmkirina wan a şehadetê ye. Em ji jiyana xwe memnun in, em ne poşman in. Dema Xweda ji me pirs kir ‘We di riya min de çi feda kir?’ em ê bibêjin Ya Rebbî me ewladên xwe di riya de feda kir. Başe gelo ew ê çi bibêjin? Ew ê çawa hisab bidin Xwedê?”

Kiymet Guneşa diya Riyad Guneş jî daxwaz kir ku sûcdar, birêvebir û xwediyê xanî jî bên girtin û wiha got: “ Em qismî be jî ji qerarê memnun in, lê edaleta rastî tecellî nekiriye.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir