• DOLAR 32.579
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2457.697
  • ...
Wezîrtiya Karûbarên Derve ji biryara AKPMê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrtiya Karûbarên Derve biryara ku dê Tirkiye ji nû ve bikeve kontrola AKPMyê şermzar kir û destnîşan kir ku ev biryar ji ber sedemên siyasî hatiye dayîn.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezîrtiya Karûbarên Derve ve hat dayîn de hat bibîranîn ku di civîna îro ya Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlementerê Konseya Ewrûpayê (AKPM) de Tirkiyeya ku ji sala 2004an pê ve ji bin kontrolê derketibû ji nûve di derheqê Tirkiyê de biryara kontrolê hatiye dayîn.

Di daxuyaniya ku biryar hatiye şermezarkirin de wiha hat destnîşankirin: “Em vê biryara ku ji ber sedemên siyasî hatiye dayîn û di AKPMê de divê ku bi şiklê dêmanî were şopandin şermeza dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî hewldana derbeyê têkiliyên bi Lijneya Ewrûpayê re bênavber dihat rêvebirin û bi dîyalogeke semîmî dihat domandin hatiye binpêkirin. Dê ev rewş mecbûr Tirkiyê mecbûr bike ji nû ve li ser têkiliyên xwe yên bi AKPMê bisekine. (ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir