Li Êlihê qezaya trafîkê: 6 birîndar
Di encama li hev qelibîna otomobîl û mînîbusekê de 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li nêzî gundê Malêgira li ser Rêbeja Êlih-Hezo di derdora seat 11.30an de otomobîla ku şofera wê Adem Denecîoglu bû û ji hêla Êlihê ve dihat û mînîbûsa ku şofêra wê Medenî Erîpek bû û ber bi Êlihê ve diçû li xaçarê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)