• DOLAR 32.582
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2460.76
  • ...
Li Kahtayê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Kahtaya Semsûrê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Di bernamê de Koordînatorê Kahtayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Mehmet Sîvîl qala xebatên ku ew wek platform pêk tînin kir.

Dûvre Serokê Çagri-Dera Kahtayê Mehmet Aydin di derheqê girîngiya rojê de axavtineke kir. Aydinê ku destnîşan kir ji bo ku Hz Muhammed (as) baş were fêmkirin divê ku mirov li dîroka mirovahiyê mêze bike wiha pê de çû: “Kengî însan berê xwe ji heq û edaletê zivirandiye û ji bo nefsa xwe an jî ji bo berjewendiya dê û bav û zarokên xwe heq û edaletê binpê kiriye wê çaxê di nabeyna însanan de zulm, heqaret, mirin û dijmintî dest pê kiriye. Mirovahî, ewlebûn, hizûr û seadetê jibîr kiriye.”

Aydin di domahiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Doh, zorî û neheqî li ser navê Nemrut, Fîravun û Ebu Cehîl dihat kirin. Îro wek Misliman em li ser navê Îslamî Xweda, Pêxember û axîretê zulm lihevdû dikin. Doh zengînan sûc dikirin. Hindik ji wan re ceza dihat dayîn. Lê dema ku feqîr sûc dikirin elem, ezab û keder her tişt para wî diket. Lewra zêde ceza ji wan re dihat dayîn.” (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir