• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Xaziyên Mavî Marmarayê ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cem Kuçuk di bernameyeke TVyê ya ku beşdarî bû de gotibû ‘Di nava AK Partiyê de   Îslamîstên radîkal, tîpên manyaq ên mîna Mavî  Marmarayê, kesên ji serî heta binî dijminê îsraîl û Xerbê… kesên ji hemû tiştî re dijmin  û tîpên xerîb û pîrek hene. Divê ev bên cudakirin. Biya min ji vê seatê pê ve dê Tayyîp Beg vê yekê bike.’

Remezan Baylan û Cevdet Okenekê ku ji xaziyên Mavî Marmarayê ne û li Sîwereka Rihayê dijîn ji Cem Kuçuk re bertek nîşan dan û di derheqê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kirin.

Xazî Baylan di derbarê mijarê de diyar kir kesên ku di keştiya Mavî Marmarayê de bûn ji bo Îslamê lê siwar bûbûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Tu heqê van însanên wisa tune ye ku ji ewladên ummetê re  û ji şehîdan re van gotinan bibêjin. Berteka hewce hat dayîn û ew ê bê dayîn jî. Dû re jî ew ê doz bên vekirin û dê hisaba vê yekê li mehkemeyan û li ber raya giştî bê pirsîn.”

Xazî Okenekê ku di êrîşa Îsraîlê rejîma terorê de birîndar bûbû jî di derbarê mijarê de diyar kir ew gotinên ku hatine gotin wanan xemgîn û mehzûn kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Di ya rastiyê de ji xemgînkirinê zêdetir me sewqî fikirînê kiriye.   Ev kes çbi talîmata kî axiviye divê ev yek bê lêkolînkirin. Ew aktîvîstên ku  beşdarî Mavî Marmarayê bûn li ser navê însaniyetê mirine dan ber çavên xwe û bi zanabûn derketin rê.  Me ji xwe re kirye şîar li kû derê mezlûmek hebe em jê re alîlariyê bikin. Em ê ji bo vê yekê temamê gavên pêwîst bavêjin.”

Okenek di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser kesên krîptoyên di nav AK Partiyê de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê AK Partî wan kesên krîpto  û kesên ku aqil dikin wan deşifre bike û divê ev însan kî ne eşkere bike. Ji bilî van ev kesên wisa divê ji siyaset, partî û civakê bên tecrîdkirin.”

“Anîna rojevê ya mesela Mavî Marmarayê lîstika Îsraîlê ye”

Otenek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev mesele bi zanabûn tînin rojevê û wiha got: “Anîna rojevê ya mesela Mavî Marmarayê lîstika Îsraîlê ye. Ji ser Mavî Marmarayê tê xwestin zirarê bidin AK Partî û Tayyîp Erdogan. Em ê di derheqê wî de gilîdar bin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir