• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Heke dinya ji mirovahiyê re teng tê sedema vê yekê dûrketina ji Quranê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bedlîsê ji teref Miftîtiya Bajarê ve bi minasebeta heftiya Wîladeta Pîroz bername hat lidarxistin. Miftiyê Bajêr M. Faysal Geylanî, di lbernamê de axivî. Geylanî wiha destnîşan kir: “Heke dinya ji mirovahiyê re teng tê sedema vê yekê dûrketina ji Quranê ye.”

Geylanî, diyar kir ji bo ku Îslamiyet baş were fêmkirin divê ku dewra cahîliyeyê bê zanîn. Dûvre Geylanî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema hêj ku Ew nehatibû dinê însanan rêya xwe şaş kiribûn. Kufir û neheqî qelban reş kiribû û rêyên ku mirov ber bi Xweda ve dibe teng bibûn. Jiyana civakî xera bibû û exlaq temamî ji holê rabibû. Heke dinya ji mirovahiyê re teng tê sedema vê yekê dûrketina ji Quranê ye.”

Dûvre Waliyê Bajarê Bedlîsê Ahmet Çinar axivî. Çinar, destnîşan kir ku Xweda, Pêxemberê xwe di nav evdên xwe de wek însana herî şerefmend dibijêre.

Walî Çinar wiha pê de çû: “Xweda Teala, Pêxemberê me di nav evdên xwe de bijart. Ev, di meqamê herî bişeref de ye. Wek rêber ji me re hat şandin. Heke em gotin, jiyana Wî, çawa dijî, çawa tevger dike hîn bibin û tetbîqê jiyana xwe bikin tu mesele û pirsgirêk namîne.”

“Heke em guh bidin gotinên Pêxemberê xwe û tetbîqê jiyana xwe bikin di civakê de hizûr çêdibe”

Çinarê ku diyar kir dîn rasterast medeniyet e wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em li vê serenavê mêze bikin divê em pirs ji xwe bikin. Gelo wek civaka Îslamê em ewledar in? Divê ku wek Umet em bi jiyana Pêxemberê xwe îftîxar bikin. Lê heke em bê îftîxar bikin, qeymaxa Wî bixwin û dûvre jî gotina Wî nekin ev bêewletî ye.”

Walî Çinar, bal kişand dema ku gotina Hz Muhammed (as) werin bihîstin û dûvre jî werin tetbîqkirin dê di civakê de hizûr çêbibe. Dûvre Çinar, wiha destnîşan kir: “Pêxemberê me (as) evdeki yê ku ji teref Xweda ve hatiye bijartin bû. Heke em guh bidin gotinên Wî û dûvre jî tetbîqê jiyana xwe bikin dê di civakê de hizûr pêk were. Pêxemberê me, însanekî pirr baş bû. Herkes lê ewle bû. Hêj beriya ku nebibû pêxember jê re digotin Muhemmedu’l Emîn. Wî xiyanet li emanetê nedikir.” (ÎLKHA) 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir