Li Diyarbekirê 3 ton esrar hat bidestxistin
Li Diyarbekirê di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de nêzî 3 tonan esrar hat bidestxistin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat kidarxistin de hat destnîşankirin ku li Diyarbekirê di encama operasyonên ku hatine lidarxistin de nêzî 3 tonan esrar hatiye bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nabeyna 13-16 Nisanê de li dijî tiryakfiroşan de 2 operasyonên jihev cûda hatine lidarxistin û di encama operasyonan de 2 ton û 280 kîlo toz û 560 kîlo kubar esrar hatiye bidestxistin. (ÎLKHA)