• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Divê nerazîbûna civakêwere dîtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Canan Candemîr Çelîka Parlamentera Entabê ya Dîlokê û Seroka  Tersîrên Neyînî yên Bernameyên Zewacê li ser  Saziya Malbatê ye di derbarê tesîrên neyînî yên li ser civakê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Çelîk di destpêka nirxandina xwe ya kir de diyar kir divê dewlet digelhevrebûna malbatê muhafeze bike  û wiha pê de çû: Ji ber gazinên ku ji bernameyên zewacê tên kirin komîsyonek hat damizrandin. Komîsyona me ji 5 endaman pêk tê û di nav de ji CHP, MHP û AK Partiyê endam hene. Em wek komîsyonê xebatên xwe didomînin. Em ê di vî warî de xebateke herî berfireh bikin.”

 “Tiştê pêwîst dê bê kirin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber referandûmê ew navber dane xebatên xwe û dû re wiha li pê de çû: “ Pêşî me ji saziyên xwe yên qamûyê nivîs şand. Me belge û agahiyên di derheqê vê mijarê de ji wan teleb kir. Pêwîst e em bi temamê  terefan re hevdîtinê bikin û di encama giliyên welatiyên xwe de tabloyekê derxînin. Lewra tiştê pêwîst divê bê kirin.”

 “Ez hemû kesî di vî mijarî de vedixwînim hesasiyetê”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê ew kesên ku ji bernameyên zewacê re dibin sponsor cardin sponsoriya xwe ji ber çavan derbas bikin. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ku digel erka dewleta ya parastina digelheviya malbatê û nirxên civakê  ev yek  bi bernameyên zewacê bên îhlalkirin divê em vê yekê cardin ji ber çavan derbas bikin. Ez hemû kesî di vî mijarî de vedixwînim hesasiyetê.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir