• DOLAR 32.459
  • EURO 34.755
  • ALTIN 2437.049
  • ...
Muhammed Sudan di sêyemîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Sudan Xocayê ku di 10ê Nîsana 2014an de ji ber nexweşiyên qensera qezebê û firehbûna damarên qelbê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir di sêyemîn salvegera wefata xwe de tê yadkirin.

Muhemmed Sudan di sala 1957an de li Gundê Dercimta navçeya Lîceya Diyarbekirê hat dinê. Lawê Hecî Sabrî Sudanê ku ji alim û rîsipiyê herêmê bû.

Sudan zaroktiya xwe bi terbiye û perwerdehiya Îslamî derbas kir û di serê salên 1980an de Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas kir. Dûvre dest bi xebatên Îslamî kir.

Sudan di sala 1987an de mala xwe anî Diyarbekirê. Di semtê Balikçilarbaşî de dest bi esnaftiyê kir. Rewşa wî ya di derbarê aboriyê de gelek baş bû. Di demekê kurt de dev ji esnaftiyê berda û dest bi xebata îslamî kir. Bi hevalên xwe re bû wesîla bi hezaran xwendekar li bajarê Diyarbekir û bajarên cûr bi cûr perwerdehiya Qur’ana Pîroz bistînin. Xebata Sudan Xoce û hevalên wî di demekê kurt de belavê her derê herêma Kurdîstanê bû. Ji ber xebata Îslamî bi hezaran zarok û ciwan dersê Qur’anê sitandin. Gelek însan edetên xwe yên xirab terk kirin û berê xwe dan dînê Îslamê.

Ji ber xebatên Îslamî Sudan Xoce ji sala 1993ê pê ve ji teref dewletê ve lê hat gerîn. Ji vê dîrokê pê ve Sudan xebatên xwe bi şiklekî veşartî domand. Dûvre mecbûr ma ku Diyarbekirê terk bike.

Sudan Xoce di Mijdara 2000an de li Stenbolê hat binçavkirin. Ji teref dewletê ve çendîn roj îşkence lê hat kirin. Sudan Xoce di serê sala 2001an de ket zindanê. Ji teref DGMê ve bi binasiya endambûna Cemaeta Hîzbullahê 12 sal û 6 meh ceza jê re hat dayîn. Xoce, 10 sal 6 meh di Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Eyê, Girtîgeha Çewlîgê ya Tîpa Myê û Girtîgeha Diyarbekirê ya Tîpa Dyê de ma. Di vê pêvajoyê de wextê xwe bi ilmê Îslamî derbas kir. Xoce di sala 2011an de ji girtîgehê hat tehlîyekirin.

Piştî ku Sudan Xoce ji girtîgehê derket çû hecê. Li Mekkê nexweş ket û li wir tedawî bû. Piştî ku Xoce ji wir hat dîsa nexweş ket. Ji teref doxtoran ve hat tespîtkirin ku nexweşiya wî penceşêra cîgera sipî û qelb e. Seyda Muhemmed Sudan di 10ê Nîsana 2014an de di Serwîsa Onkolojiya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê de wefat kir.

Muhammed Sudan Xocayê ku bavê 9 zarokan bû waqifî ilmên mîna Tefsîr, Fiqih, Hadîs bû û her wiha bi zimanên Tirkî, Erebî û Kurdî baş dizanibû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir