• DOLAR 32.483
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2447.484
  • ...
Qîza dema ku 8 salî bûye dest bi nivîskariyê kiriye bala însanan kişand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fatma Albayraka 14 salî ya ku xwendekara Îmam Hatîbê ye û dema ku 8 salî bûye dest bi pirtûkan kiriye li Rihayê beşderê Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê ya 1 emîn a Neteweyî bû. Albayraka nivîskar bi umrê xwe ya biçûk bala xwendevanan kişand.

Fatma Albayraka xwendekara pola 8 emîn a Îmam Hatîbê, qîza Rojnamevan-Nivîskar Hakan Albayrakî ye. Nivîskar Albayrak û malbata wê ji ÎLKHAyê re qala nivîskariya ku ji 8 salî pê ve dest pê kiriye kirin.

Fatma Albayrak, diyar kir ku dema hêj ku ew biçûk bûye wê dest bi nivîskariyê kiriye û ew dixwaze ku bibe nivîskareke baş.

Albayrak wiha qala fayda pirtûkxwendinê kir: “Pirtûkxwendin, di dinyayê de tişta herî baş e. Xwendin him alema xeyala mirov berfireh dike û him jî ji bo îmtîhanên dibistanê baş e. Xwendin, dibe wesîla fêmkirina tişta ku mirov dixwîne.”

Albayrak ragihand ku pirtûka wê ya yekemîn dema ew 9 salî bûye hatiye çapkirin. Dûvre Albayrak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema du min dest bi pirtûka yekemîn kir haya kesî ji min tunebû. Ji ber ku ez difikirîma da ku dê bi eqleke zarokane dest pê bikim min ji kesî re negot. Dema ku nû dinivîsiya min texmîn nedikir ku dê bibe pirtûk. Ji ber vê yekê min wek çirrok nivîsand. Dûvre min zivirand romanê. Dûvre dema ku min da nîşanê bavê xwe pirr kêfxweş bû û got ‘em vê bidin çapxanê.’ Min jî qebûl kir.”

“Dinya bes ji dibistan û îmtîhanan pêk nayê”

Dayîka Bosna Hersekî Emîra Albayrak diyar kir ji ber ku qîzeke wê ya wiha heye hemdê xwe ji Xweda re dike. Dûvre Albayrak wiiha diyar kir:

“Ez vê tewsiyê ji dayîkan re dikim. Dinya bes ji dibistan û îmtîhanan pêk nayê. Bila zarokên xwe teqîb bikin da qabîlîyeta wan ji çi re heye berê wan bidin wê tiştê. Dibe ku zarok her dem noteke baş neyîne. Lê heke qebîlîyeta zarokê ji tişteke re hebe û ew vê piştgirî bidin vê yekê ev yek girîng e. Mala me ji pirtûkan hatiye dagirtin. Lê bes bi vê yekê xilas nabe. Divê ku mirov xeyala zarokan serbest bihêle.”

Rojnamevan-Nivîskar Hakan Albayrak jî diyar kir ku ew midaxaleya nivîsên qîza xwe nake û dema ku xetayên wê hebe alîkariya wê dike. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir