• DOLAR 32.461
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2442.774
  • ...
"Bila bernameyên wiha werin lidarxistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Taxa Osmanliya navenda Entabê bernameya Wîladeta Pîroaz hat lidarxistin. Kesên ku beşdarê bernameyê bûn diyar kirin ku ew dixwazin her tim bernameyên wiha werin lidarxistin.

Abdullah Polatê ku beşdarê bernamê bû wiha diyar kir: “Platforma Evîndarên Pêxember ji ber ku rojeke wiha ji me re da jiyandin wek gelê Bebîrgeyê em teşekur dikin. Xweda ji wan razî bibe. Par cara yekemîn bû ku li taxa me bernameya wîladeta pîroz hat lidarxistin. Par hindik beşdar bibûn. Lê îsal beş e.”

 “Heta em bihev re hereket nekin dê em perçe bibin”

Mehmet Taşdemîrê ku beşdarê bernamê bibû diyar kir di van rojên ku Misliman mihtacê yekitî, biratiyê ne de bernameyên wiha pir girîng in. Dûvre Taşdemîr wiha ragihand: “Hemd ji Xweda re ku rojeke wiha kiriye nesîbê me. Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember ê ku li gundê me bernameya Wîladeta Pîroz lidar xistiye razî bibe. Bernameyên wiha ji bo kundê me pirr baş e.”

“Em dixwazin bila bernameyên wiha werin lidarxistin”

Îbrahîm Dogan jî wiha axivî: “Li gundê me par bernameya Wîladeta Pîroz hatibû lidarxistin. Lê qasê îsal beşdar nebibûn. Îsal zêde beşdar bûn. Em dixwazin ku bernameyên wiha gund bi gund, bajarok bi bajarok û tax bi tax belav bibe. Divê ku em ji însanan re qala dînê Xweda bikin.”

Ahmet Dagdelen jî wiha destnîşan kir: “Hemd ji Xweda re ku dîtina rojên wiha kiriye nesîbê me. Xweda me ji rêya Hz Muhammed dûr neke. Li gundê me lidarxistina bernameya Wîladeta Pîroz pirr baş e. Em pirr kêfxweş bûn ku Platforma Evîndarên Pêxember vê bernamê li gundê me lidarxistin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir