• DOLAR 32.488
  • EURO 34.888
  • ALTIN 2420.46
  • ...
Li Gundê Soxircixê kelecana bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajara Rihayê yê HUDA PARê Lokman Yalçin  û Koordînatorê Rihayê yê Platforma Evîndarên Pêxember ê Rihayê Îbrahîm Halîl Guven beşdarî bernamê bûn. Ehlê gund jî eleqeyeke mezin nîşanî bernameya ku hat tertîpkirin dan. Di bernamê de hûnermendên Ozlem Ajansê îlahî û ezgiyan bi deng kirin.

"Mezlûm di bin zilma zaliman de dinalim ku sedema sereke ya vê yekê terkkirina rêya Hz. Muhammed e"

Îlahiyatnas-Nivîskar Nezîr Tunç wek axavtvan di bernamê de di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Tunç, di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir kesê ku bibêje ez ji Xweda hez dikim divê di rêya Hz. Pêxember de biçe. Tunç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro li ser erdnigariya Îslamê û li ser rûyê dinyayê mezlûm di bin zilma zaliman de dinalim ku sedema sereke ya vê yekê terkkirina rêya Hz. Muhammed(s.x.l) e.Rêyeke tenê ya xelasiyê ji bo Ummeta Îslamê heye ku ew jî Hz. Muhammed ji xwe kirina rêbertiyê ye. Tê îddîakirin pîrek ji mala Mahzûnan dizî kiriye. Ji ber vê diziyê divê jê re ceza bê dayîn. Mala Mahzûnan Usameyê lawê Zeyd dişînin ba Hz. Muhammed da ku  ceza jê re neyê dayîn. Dema ku Resûlê Xweda bi vê yekê dihese gelekî hêrs dibe û dibêje ‘Ey Usame, wellah ger ku vê sûcê qîza min Fatima bi xwe jî kiribana ez ê lcezaya wê dabanê. Ên berî we  dema kesên sûc dikirin zengîn bin ji wan re ceza tetbîq nedikirin û ger feqîr bana ceza didan wan. Ji ber vê yekê Xweda wanan helak kir. Ez  çawa wê ceza nekim?.”

Bername bi diayên ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir