• DOLAR 32.499
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2442.331
  • ...
"Em ji her wextê zêdetir mihtacê edaleta Resulullah in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li bajaroka girêdayê navçeya Midyada Mêrdînê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Di bernamê de bal hat kişandin ku li alema Îslamê ji her wextê zêdetir mihtacê edaleta Resulullah e.

Mela Beşîr Şîmşekê endamê Îttîhadu’l Ulemayê di bernameya ku ji teref Azîm-Dera Mîdyadê ya endamê Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin de axivî.

Mela Beşîr Şîmşek endamê Îttîhadu’l Ulema ye di bernamê de axivî. Şîmşek, bal kişand ser geşedanên ku li erdnîgara Îslamê pêk tên.

“Em mihtacê her wesfên Pêxemberê me ne”

Şîmşek wiha destnîşan kir: “Em her wext mihtacê her wesf û exlaqê Pêxemberê me ne. Lewra ew ji bo ku seadeta dinya û axîreta me temîn bike hatiye şandin. Ji xwe heta mirov Wî nexwîne, hîn nebe û nejî mimkûn nîne ku seadetê bidest bixe û naîlê rehmeta Wî bibe. Lewra Xweda diyar kiriye ku Wî wek rehmet ji dinê re şandiye. Ji ber vê yekê civaka ku Wî nas neke, nexwîne û nejî çawa dikare bigihêje rehmeta Xweda. Wek Misliman em pirr mihtacê edalet û merhemeta Pêxemberê me ne.”

Şîmşek wiha axavtina xwe domand: “Li erdnîgara Îslamê xwîn diherike. Cesedên zarokên wekê Aylan li sahîlê dide. Li Îdlîbê pirraniya wan zarok bi sedan însan tên qetilkirin. Doh Helebce, roja din Hama. Îro Îdlîb, Sûrî, Iraq û Arakan. Li her herêmên Îslamê xwîna Mislimanan diherike. Zulm zêde bûye. Îfet û namûsa Mislimanan hatine binpêkirin. Mislimanên ku divê ji hev re bibin bira û divê ku ji hev re wek organên vicûdeke bibin yek Misliman jî jihev bûne.”  (ÎLKHA) 











































Bu haberler de ilginizi çekebilir