• DOLAR 32.461
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2441.003
  • ...
UNICEF: Li Îdlîbê herî kêm 27 zarok jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya ku ji teref rayedarên INICEFê ve hatiye dayîn di êrîşên kimyewî yên ku roja sêşemê li herema Han Şeyhûna li başûrê Îdlîbê ye hatin kirin de ji kesên ku li Îdlîbê mirine herî kêm 27ê wan zarok in û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne.

Geert Cappelaereyê Dîrektorê Herema Rojhilata Navîn a UNICEFê ye di derbarê mijarê de diyar kir “ Nabe ku destûr bê dayîn li Sûriyê zarok hêj bên kuştin. Temamê terefên şer û kesên ku giraniya wan li ser terefên şer hene  demildest divê dawî li vê wehşetê bînin.”

Li gor Çavdêrxaneya  Mafên Însanan a Sûriyê jî di êrîşên ku hatin kirin ji zêdetirî 30 zarokî tev de 86 kesên siwîl hatine kuştin.

Di derbarê êrîşên kimyewî yên ku li Sûriyê hatibûn kirin de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî diyar kir digel otopsiyên ku li Tirkiyê hatine kirin eşkere bûye ku di êrîşan de kimyasal hatiye bikaranîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir