Îran û Rûsya ji DYAyê re bertek nîşan dan
Ji teref Îran û Rûsyayê ve ji êrîşa mûşekî ya ku ji teref DYAyê ve li baregeheke asimanî hat kirinre bertek hat nîşandan.
Her weke ku tê zanîn ji teref DYAyê ve bi mûşekan êrîş li baregeheke asimanî ya rejîma Sûriyê hat kirin.
Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref Îran û Rûsyayê ve daxuyanî hat dayîn û ji êrîşê re bertek hat nîşandan.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Îranê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin “ Em êrîşa DYAyê şermezar dikin. Ev êrîşa ku hatiye kirin dê rewşa li Sûriyê xiraptir bike.”
Di derbarê êrîşê de daxuyaniyek jî ji Vîlademîr Safronkovê Arîkarê Temsîlkarê Daîmî yê YAyê yê Rûsyayê ve hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn hat diyarkirin mudaxeleya eskerî dê bibe sedema netîceyên neyînî û ew ê ji vê yekê jî kesên ku vê dane destpêkirin dê mesûl bin.
Safronkov ji ber ku pirsa netîceyên neyînî hat pirskirin got ‘Li Lîbya û Iraqê binêrin.” Û halê welatên ku ji teref DYAyê ve hatine îşxalkirin di bîran xist.(ÎLKHA)