• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dê dewlet prîma SGKyê ya mixtar û parêzvanên ewlehiyê razîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di 37 emîn Civîna Mixtaran de axivî. Serokkomar Erdogan di civînê de destnîşan kir ku dê dewlet prîma SGKyê ya mixtar û parêzvanên ewlehiyê razîne.

Erdogan wiha axivî: "Niha mixtarên me hezar û 406 lîre meaş distînin. Me got ev kafî nîne. Ji xeynê vê prîmên Saziya Ewlehiya Civakî heye. Divê ku ew jî were temînkirin. Dê êdî prîma SGKyê ya mixtaran ji teref dewletê ve were temînkirin."

Dûvre Serokkomar Erdogan di heman bergehê de di derheqê prîma SGKya parêzvanên ewlehiyê de jî axivî. Serokkomar Erdogan wiha destnîşan kir: "Me berê meaşê parêzvanên ewlehiyê kiribû hezar û 411 lîre. Em niha gaveke din jî davêjin. Em hemî parêzvanên ewlehiyê dikin SGKyî." (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir