• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
"Terorên eslî DYA û Ûris in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saziyên Civaka Siwîl ên Îslamî yên Diyarbekirê wek bertek di derbarê êrîşa kimyayî ya li Îdlîbê hat lidarxistin de daxuyanî dan. STKyan bal kişandin ku terorên eslî DYA û Ûris in û vê ji xwe re kirine polîtîka.

Daxuyaniyê Suleyman Nazlican li ser navê STKyan xwend û bal kişand ku terorên eslî DYA û Ûris in.

Nazlican di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Zalimên ku meheke berê li Helebê bombe li ser mizgeftê barandin herî kêm 70 siwîl qetil kirin û vê yekê wek binasiya terorîzmê dan nîşandan. Xwe ji vê yekê şûştin. Lê em dizanin ku terorên eslî DYA û Ûris in.”

“Qetîl li ber çavê dinyayê zûlmên xwe pêk tînin”

Nazlican dûvre diyar kir ku çeteyên qetîl ên ku wek sîstematîk zulm li Mislimanan dikin û wan didin îşkenceyê û vê yekê jî ji xwe re kirine polîtîka.

Nazlican daxuyaniyê wiha domand: “Wekê ku herkes dizane rejîma Esed a ku ev kom wî diparêze doh di derdora saetên sibê de li bajarê Îdlîbê êrîşa kimyayî lidar xist û di encama vê êrîşa de pirraniya wê zarok herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 500 însan ji gaza kimyayî bandordar bû û ev xeter hêj jî didome.”

“Kî dibe bila bibe ev êrîşên ku li dijî siwîlan tên lidarxistin nayê qebûlkirin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên Salkîn û Cîsr eş-Şugura Îdlîbê jî êrîşên hewayî hatine lidarxistin û div an êrîşan de 21 siwîl jiyana xwe ji dest dane û 35 kes jî birîndar bûne. Dûvre Nazlican daxuyaniyê wiha domand: “Ji xeynê vê yekê çend roj berê li Londra, St.Petersburg û bajarên din ên Xerbê teqîn çêbû û siwîlan jiyana xwe ji dest dan. Kî dibe bila bibe ev êrîşên ku li dijî siwîlan tên lidarxistin nayê qebûlkirin. Lê dabaş hêz dema ku êrîş li Mislimanan tê kirin dengê xwe dernaxin.”

“Em saziya Neteweyiyên Yeknûyê ya kukla şermezar dikin”

Nazlican wiha diyar kir: Ji ber vê yekê ji ber ku li dijî van geşedanan dengê xwe dernaxe û li kêleka zaliman disekine em saziya Neteweyiyên Yeknûyê ya kukla şermezar dikin û ji vir diyar dikin ku gotina ‘mafên însanan’ dereweke mezin e.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir