• DOLAR 32.585
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2460.541
  • ...
Meclîsa Bajarê Kerkûkê ji bo pêşeroja bajêr biryara referandûmê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Meclîsa Bajarê Kerkûkê di derbarê pêşeroja bajarê de biryar da. Biryar ji hikûmeta Iraqê re hat ragihandin. Gor biryarê dê Kerkûk ya wek girêdayê bi Iraqê re bimîne yan jî dê êdî girêdayê Herêma Kurdistanê bibe.

Serokwekîlê Meclîsa Bajêr Rebwar Talabanî piştî civînê daxuyanî da. Talabanî, destnîşan kir ku bloqa biratiyê ji sala 2008an pê ve pirr ser ketiye. Dûvre Talabanî wiha pê de çû: “Di civîna ku îro hat lidarxistin de bi yekitiya dengan di bergeha madeya 140 emîn a Makeqanûnê de biryar hat dayîn ku li Kerkûkê referandûm were lidarxistin.”

Talabanî diyar kir ku gor madeya 140 emîn a Makeqanûnê wan ji Serokê Iraqê Haydar Abadî daxwaz kirine ku ev zû pêk were. Her wiha Talabanî diyar kir ku Parlementoya Iraqê daxwaza ‘bila êdî di saziyên fermî de ala Kurdistanê were aliqandin’ red kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku Ereb û Turkmen ji biryara referandûmê re bertek nîşan dane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir