• DOLAR 32.464
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2438.44
  • ...
HUDA PAR di derheqê rojevê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de di derheqê Wîladeta Pîroz û 3 mehên mibarek, xetera ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê derket holê û tesfiyeyên hêzên tarî yên ku hêj neqedane, pirsgirêka Sûrî, pêvajoya Cenevre, bidawîbûna Hereketa Mertala Firatê û peymana di derheqê îadeya sûcdaran a ku di nabeyna Ûris û Tirkiyê de hatiye îmzakirin de nirxandineke balkêş hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her cûr zulm tên kirin û nirxên mirovahiyê îflas kirine. Bi rewşeke wiha ya ku hişmendiya Ummet û biratiyê birîndar bûye têketine 3 Mehên Mibarek û demsala Wîladeta Pîroz.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dinya bes ciyeke ji bo amadehiya axîretê ye. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Her ferd û cmiyeta ku li dinyayê jê re hatiye emirkirin da ku di nabeyna Mislimanan de biratiyê tesîs bike vê îklîma pîroz divê ku ji bo bizivire derûniya xwe bike wesîle. Em jî niyaz dikin ku bi wesîla van rojan ji bo ku nirxên medeniyeta me li heyatê bike hakim û mirovahî bigihêje îklîma merhemetê.”

“Divê ku ji kesên gotinên wekê derbeyê derxistine û hewl didin ku mijarê şolî bikin re firset neyê dayîn”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi derbeya ku bi piştgiriya hêzên derve pêk hat îradeya gel hat binpêkirin û di serî de nirx û baweriya gel hat binpêkirin.

Daxuyanî wiha hat domandin: “Mimkûn e ku hêzên terefdarên domandina rejîma wesayetê ne bi piştgiriya welatên Xerbê dûbare raperîneke lidar bixin. Divê ku hikûmet di derbarê vê yekê de qet nekeve xefletê û çi hewce dike wek tedbîr di derbarê vê yekê de pêk bîne.”

“Ev bê hiqûqiya ku beriya referandûmê hatiye kirin jî manîdar e”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinek endamên STKyê yên ki xwedî hesasiyeta Îslamî ne berê hatine darizandin û ji dozên ku beraet kirine carek din tên darizandin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di van rojên dawî de li dijî şexsiyetên siyasî û organîzasyonên siwîl ên ku daraz û tûndiyê wek rêbaz qebûl nakin muemeleyên bê hiqûq tênkirin. Ev yek endîşedar e. Bi binasêyên ku berm hatine guhdarkirin hinek endamên STKyan hatine darizandin û beraet ji wan re hatiye dayîn. Lê dûbare bi heman binasiyê di derheqê  wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev neheqî ye. Ev bê hiqûqiya ku beriya referandûmê hatiye kirin jî manîdar e.”

“Bidawîkirina Heraketa Mertala Firatê geşedaneke erênî ye”

Di daxuyaniyê de lêcivîna çareserkirina siyasî ya ku di pêvajoya Astanayê de avêtine holê, hewldana agirbesteke mayînde û pêkanîna aştiyê; di serî de Sûrî ji bo alema Îslamê erênî ye. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku perçekirina irqî an jî mezhebî ya li herêmê him ji DYA û him jî ji Ûris re baş e. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin:

“Ji teref Qesra Spî ve wek daxuyanî hat diyarkirin ku meşrûiyeta Esad rastiyeke polîtîk e. Ev yek ji aliyeke ve tercîha DYAyê ya di derheqê Sûrî ya ku gor me diyar bû derdixe holê û ji aliyeke ve di derheqê îşqala Sûrî de hebûna peymana di nabeyna DYA û Ûris de ya ku navê wê nediyar e îşaret dike. Di vê bergehê de digel hemî tiştên ku pêk hatine pêwîst e ku hemî welatên Îslamî van pirsgirêkên di nav xwe de bibînin û hewl bidin da ku çareser bikin. Divê  rêvebirên welatên Îslamê polîtîkayên çewt ên ku him dibin sedema bedeldayînê û him jî dibin sedema îşqalkirina fiîlî ya welatên Îslamî bibînin. Ev yek êdî bûye zerûrî. Di vê bergehê de li Sûriyeya ku plana îşqalkirina herî sinsî tê îcrakirin bi tu dewletên herêmê re şer nehatiye kirin û ev Herekata Mertalê ya Firatê bidawî bûye. Ev yek geşedaneke erênî ye.”

“Peymana di derheqê îadeyên bersûcan a nabeyna Tirkiye-Ûris de pêk hatiye”

Di daxuyaniyê de qala peymana ku di nabeyna Enqere û Moskovayê de hatiye îmzakirin de hat kirin û hat destnîşankirin ku ev peyman nayê qebûlkirin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Digel hemî israrên Tirkiyê, Rûsya buroyên PYDê yên li Moskovayê ji xwe asê nekir û di derheqê îadeya micahîdên Çeçen de jî bi israr e. Ev micahîd ji bo ku welatê wan tê îşqalkirin li dijî vê yekê derdikevin û nirx û baweriya xwe diparêzin û ji bo vê yekê jî bûne mihacir. Ev peyman wek binasî tê nîşandan ku werin îadekirin. Em vê wek zulm dibînin û qebûl nakin. Em bang li hikûmetê dikin ku kesên bi van binasiyan li welatê me sitirîne neyên îadekirin û zêdetir xwedî li wan derkeve.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir