• DOLAR 32.456
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2445.154
  • ...
Li Qoserê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Nurettîn Geşgînê Nûnerê Mêrdîn û Şernexê yê Platforma Evîndarên Pêxember axavtina destpêkê kir. Geşgîn ji ber ku gelê Qoserê beşdarê bernamê bûne ji wan re teşekur kir.

“Em pirr mihtacê Resûlê Xweda ne”

Geşgînê ku bal kişand ser rewşa alema Îslamê wiha axivî: “Îro me peyama cîhanî ya Resûlê Xweda ji bîr kiriye. Ji bo ku em vê peyama pîroz ji nû ve bînin bibîranîn û îhya bibin van bernameyan lidar dixin. Îro em ji her wextê zêdetir mihtacê Resûlê Xweda ne. Ji ber vê yekê divê ku em jiyana Wî bixwînin, bidin xwendin û tetbîqê jiyana xwe bikin.”

Piştî ku mewlîd hat xwendin Mela Kerbela Şanli di derheqê girîngiya vê rojê de axivî û bal kişand ku artêşa Mhemmedî ji welatên Îslamê re bûye hêvî.

“Artêşa Muhammedî; ji Filîstîn, Sûrî, welatên Îslamê yên din re bûye hêvî”

Şanli wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro, roja selewat û tekbîran e. Artêşa Muhammedî ya li Qada Qoserê ; ji Filîstîn, Sûrî, welatên Îslamê yên din re bûye hêvî. Ez dixwazin qala Resûlê Xweda bikim. Yekê wekê Wî a adil hêj nehatiye ser rûyê dinê. Wisa adil bû ku digot; ‘heke a ku dizî bike qîza min Fatime bibe jî dê ez destê wê jê bikim.’ Rojeke dema ku Resûlê Xweda di mescîdê rûdinişt got; ‘heqê kî cem min heye bila were dê ez bidimê.’ Ji sehabiyan Hz Ukkaşe rabû ser piyên xwe û wiha diyar kir; ‘Ey Resûlê Xweda! Rojeke dema ez li ser devê bûm tê qamçiya xwe hejand û ew qamçî li pişta min ket.’

Ji ber vê gotinê Resûlê Xweda got dê qisas were hilgirtin û Bîlal şand malê ku qamçiya Wî bîne.  Tabî gelek sehabe vê yekê îtiraz kirin lê Resûlê Xweda bi biryar bû da ku qisasê pêk bîne. Piştî ku qamçî hat Ukkaşe got ‘wê çaxê pişta min vekirî bû.’ Piştî vê gotinê Resûlê Xweda pişta xwe vekir. Dema ku pişta xwe vekir Ukkaşe qamçiyê avêt erdê û mora pêxemberiyê ya li ser pişta Pêxemberê me maç kir. Sehabiyan ji mal û ewladên xwe zêdetir ji Resûlê Xweda hez dikirin. Divê em jî wekê sehabiyan ji her tiştên xwe zêdetir ji Resûlê Xweda hez bikin.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir