• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Em ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha xebatên referandûma ku dê di 16ê Nîsanê de bê kirin de çû Diyarbekirê û bi xelkê re hat bal hev.Erdogan di mîtînga ku beşdarî bû de xîtabî xelkê kir.

 “Em ê li Sûrê 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û teqdîmî xizmeta turîzmê bikin”

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de rexneyên tund li CHP û HDP kir. Erdogan piştî rexneyên ku kir re di derheqê malên ku dê di nava Sûrê de bên çêkirin de wiha axivî: “Em hewil didin Sûrê him ji bo Diyarbekirê û him jî ji bo heremê bînin asteke muhîm. Ji ber ku gelek berhemên dîrokî hene xebat hêdî dimeşin. Seranserê binêsaziya heremê tê nûkirin û temamê sikak û kolanan tên nûkirin. Em ê di gava yekem de 44 û di gavên din de jî tev de 2 hezar malên Diyarbekir çêbikin û em ê van malan têxin bin xizmeta turîzmê. Em ê di dawiya 2 salan de temamê xebatên xwe xelas bikin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir