• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Gundê Nêribê Axayo coşa wîladeta pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi sedan gundî û kesên ku ji gund  û gundikên derdorê hatibûn beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn. Kesên ku beşdarî bernamê bûn bi kelecan û coşeke mezin wîladeta pîroz pîroz kirin.

Di bernameya ku hat lidarxistin de Evdilbarî Çelîkê endamê Îttîhadul Ulema di derheqê girîngîya bernamê de axavtinek û di derheqê exlaq û hereketên Pêxemberê me mînakan da.

Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Hz. Muhammed li dijî zaliman dijmin û li hemberî feqîr û jaran jî bi merhemet bû. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Resûlê Xwedê li dijî zaliman dijmin û li hember feqîr û jaran jî pêxemberek bi merhemet bû. Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘Ey kesên ku îman anîne!Ji bo Xwedê bibin şahid ûji bo Xwedê bila kîn û nefreta we ya li dijî komeke ku hewil dide heq û edaletê li ser piyan bigre nebe sedema bêedaletiyê.’ Em ji Xweda bitirsin, heya bikin û li hember Wî bibin xwedî îffet. Bêşik Xweda adilbûn, kirina qenciyê, silayî rehîm emir dike.Dîsa mena me ji neqencî, munkerat û zilmê dike.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed edaletê di şexsê xwe bi xwe tetbîq dikir û li temamê qadên jiyanê bi şexsiyeta xwe dibû mînak.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir