Qendîla Regaîbê li welêt bi diayan hat îhyakirin
Digel destpêka Sê Mehên pîroz doh êvarî li seranserê welêt Qendîla Regaîbê ji teref Mislimanan ve hat pîrozkirin û bi diayan hat îhyakirin.
Şeva Regaîbê ya ku şeva îna ewil a meha Recepa ku meha ewil a Sê Mehên pîroz e him li temamê erdigariya Îslamê û him jî li welêt bi îdrak û hişû hat pîrozkirin.
Di vê şeva mibarek a ku lê ef û mexfîret gelek zêde ye Misliman li bajarên bi navê Diyarbekir, Entab, Bidlîs, Êlih, Bûrsa û li bajarên din digel zarokên xwe berê xwe dan mizgeftan û wextê xwe bi kirina nimêjê, bi kirina diayan û bi îstîxfaran borandin.(ÎLKHA)