Li Nisêbînê teqîn: 2 zarok giran birîndar bûn
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê cisima ku zarokan pê dileyst teqiya, di encama teqînê de 2 zarok giran birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Taxa Evdulqadir Paşaya Nisêbînê xwişk û birayên bi navê Havîn Guneş(3) û Fatîh Guneş(5) bi cisima ku dîtin dileystin ku cisim di destên wan de teqiya.
Ji ber teqîna ku pêk hat her 2 zarok giran birîndar bûn. Zarokên ku giran birîndar bûn bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)