• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
 "Xaçperest hêza xwe ji belavbûna Mislimanan distînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Çewlîgê ji teref Qluba Erdlî Gençlîkê ve konferanseke bi navê ‘Erdinagariya Rojhilata Navîn a ku Şekildigre û Saziyên Fikran’ hat lidarxistin. Lêkolîner- Nivîskar Evdilqadir Turan wek axavtvan beşdarî vê bernameyê bû.

 “Musteşrîk alema Îslamê dagir kirin”

Turan di bernamê de destnîşan kir di dîrokê de saziya fikran a ewil musteşrîk in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku musteşrîk neyên fêmkirin saziyên fikran jî nayên fêmkirin. Edward Seîdê Nivîskarên bi nav û deng ê Filîstînî dibêje ‘ji teref generalekî Îsraîlî ve bikaranîna tank û  topê û qelama musteşrîkekî wek hev e. Di navberê de tenê ev qas ferq heye. Her du jî ji bo dagirkeriyê  dixebitin.’ Di dîrokê de saziyên ewil ên fikrê musteşrîk in. Musteşrîk çi kirin? Musteşrîkên nesla ewil  alema Îslamê dagir kirin.”

 “Xaçperest hêza xwe ji belavbûna Mislimanan distînin”

Turan di berdewama axavtina xwe de qala qiymeta agahiyê kir û wiha got: “Efendiyê ilmê efendiyê însanetiyê ye. Piştî ku emrê ‘îqra’ nazil bû re ev yek wisa bû. Em di qonaxa ilmê de  ne. Kî xwe bi ilmê ve bigre ew ê bilind bibe. Di wextê wê de me xwe bi ilmê ve girt û em bilind bûn, lê dema me dev jê qera wan xwe pê ve girt û ew pêş ve çûn. Her tim tirsa Xerbê yekbûna ummettê ye. Dema ku Misliman bûn dê hêza Xiristiyanan bi dawî bibe. Ez eşkere dibêjim  xaçperest hêza xwe ji belavbûna Mislimanan distînin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir