Danezana MGKyê hat daxuyandin
Piştî civîna ku di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de hat kirin re danezana civîna MGKyê hat daxuyandin.
Di encama civîna MGKyê de di derheqê dirêjkirin an dirêjnekirina rewşa awarte de tu agahî nehat dayîn.
Di danezana ku hat dayîn de di derheqê li heremê bikaranîna PKK/PYD-YPGê de hat destnîşankirin ku dê ev bikaranîn bibe sedema pirsgirêkên nû. Her wiha di derheqê heremên ku hatine paqijkirin de hat diyarkirin divê xwediyên wan ên rastî li van hereman bên bicîkirin.
Hat diyarkirin destpêkirina muzakereyên Kibrisê encax bi gavên ku ewlehiyê tesîs bikin û dê ji teref Rûman ve bên avêtin mimkûn e.(ÎLKHA)