• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin hişê welatiyan tevlîhev bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Entabê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar li Entabê di bergeha xebatên referandûmê de beşdarî bernameya ‘Sohbetên Cemiyetê’ ya ku ji teref Cemiyeta Çapemeniya Entabê ve hat tertîpkirin bû. Tayyar di bernamê de parlmenterên CHPê rexne kir.

 “Armanca wan tevlîhevkirina hişê welatiyan e”

Tayyar di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Kemal Kiliçdaroglu û gelek parlamenterên CHPyî dema ku kampanyaya referandûmê  birêve dibin  bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin hişê welatiyan tevlîhev bikin. Tayyar dû re wiha pê de çû: “ Mirov dikare hinek ji van bi nezanî û cehaletê îfade bike, lê exlebeyê van tu eleqeya wan bi cehalet û nezaniyê  tuneye. Lewra bizanebûn dikin. “Bi îddiayên ji derewan xirabtir hewil didin serê welatiyan tevlîhev bikin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir