Li Bulgarîstanê encama ewil koalîsyonê dide nîşandan
Li Bulgarîstanê encama ewil a hilbijartina giştî ya zû a ku doh pêk hat wisa dide nîşandan ku dê koalîsyon çêbe.
Li Bulgarîstanê doh raydayîna ji bo hilbijartina giştî ya zû di saet 07.00an de dest pê kir û di 20.00an de bi dawî bû. Encama ewil a hilbijartina giştî ya zû a ku 21ê wê serbixwe, 13 partiyên siyasî û 9 îttîfak ji bo 240 kursiyan pêk hat hat diyarkirin.
Partiya Hemwelatiyên ji bo Pêşveçûna Ewrûpayiyan a Bulgarîstanê (GERB) a di lîdertiya Serokê Kevin Boyko Borîsov hilbijartinê li pêş de temam kir.
Di parlementoyê de ji bo ku partiyeke tenê bi serê xwe hikûmet damezrîne divê ku 121 perlementerê wê hebe. Lê reqamên ku hatine eşkerekirin koalîsyonê dide nîşandan. (ÎLKHA)