• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji bo hêtîman konser hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Hêtîm Sêwî Mexdûr û Piştgiriya Alîkariyê (Yetîm-Der) konsereke ya ku dahata wê ji hêtîm û sêwiyan re were dayîn tertîp kir.

Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz û Vedat Turgut, Serokê Bajêr Şeyhmus Tanrikulu, Parlementerê Sêrtê yê Kevin ê AK Partiyê Osman Oren, Alîkarên Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulema Mehmet Şenlîk û Mehmet Beşîr Şîmşek, Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Cemiyeta Mustezefan Osman Aktaş, Serokê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Gonul, zarokên hêtîm û gelek hemwelatî beşdarê konserê bûn.

Di bernameya ku bi Tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Sertaç Tekdal axavtin kir. Tekdal diyar kir ku li her derê cîhanê bi tevahî 400 milyon hêtîm û sêwî hene.

Tekdal wiha destnîşan kir: “Me dixwest ku bernameyên wiha ji bo zafer û wehdeta Îslamê û hezîmeta kufrê li dar bixistaba. Lê Mixabin şewata ku Umeta Îslamê tê de ye û keder û kovanên ku Misliman dijîn wek heqîqeteke derdikeve beriya me. Li herderê cîhanê hêtîm hene û ev jimar nêzî 400 milyonan e.”

Tekdal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rebbê me emir dike ku em xwedî li hêtîman derkevin û wan xemgîn nekin. Pêxemberê me (as) hêtîm bû û Rebbê me bû hamiyê Wî. Rebbê me ji ber hêstirên Wî dibêje ‘kî hêtîmeke kêfxweş bike dê ez jî wî roja qiyametê kêfxweş bikim.’ Çawa ku navnîşana rehmetê ya alemê hêtîmê Mekkê Pêxemberê me (as) e îro jî wesîla xelasî û rehmetê hêtîm in.”

Tekdal diyar kir ku dê wek vaqif di bin sîwana komelê de xebatên xwe bidomînin. Dûvre Tekdal wiha destnîşan kir: “Me di serê sala 2016an de bi minasebeta salvegera damezrandina 6 emîn wiha diyar kiribû; armanca me ew e ku em bibin vaqif û bi derfetên berfireh zêdetir bigihêjin hêtîman. Me vê di destpêka salê de diyar kiribû. Niha pêvajoya faqifbûnê bi biryara mehkemê erênî didome.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir