• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Sancaktepeya Stenbolê beşdarê bernameya vekirina komî bû. Serokkomar wiha diyar kir: “Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan.”

Serokkomar Erdogan wek axavtin ji Yekitiya Ewrûpayê re bi tûndî wiha bertek nîşan da: “Ev dirist nînin. Niha welatên endamê Yekitiya Ewrûpayê, li Vatîkanê hatine cemhev. Ev geşedan tişteke tîne hişê mirov; we xêr e! Hûn çima li Vatîkanê hatine cem hev? Hûn çima di hizûra Papa de hatine cemhev? Papa ji kengî ve bûye endamê Yekitiya Ewrûpayê? Îttîfaqa xaçperestan di dawiyê de xwe da nîşandan. Heta îro ji me re çi digotin? Ji me re digotin, ‘hûn ji me re wiha dibêjin. Lê tişteke wiha tune’. Rast e. Hûn ji ber ku Tirkiye Misliman e wê hilnadin hindir.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir