• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
"Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed es-Sagîrê ji Parlementerên Partiya Înşa û Pêşveçûnê û Endamê Meclîsa Şûrayê yê di heyama Muhemmed Mursî de ji ÎLKHAê qala pêvajoya piştî heyama Muhammed Mursî kir.

Muhammed es-Sagîrê ku ji bo ziyaretê hat Diyarbekirê diyar kir ku têkiliya artêşa Misrê bi dewletên Xerbê re re heye. Es-Sagîrê ku qala heyama piştî derbeya Misrê kir destnîşan kir ku Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye.

Es-Sagîr anî bibîranîn ku derbeya leşkerî li dijî serokkomarê Misrê yê ku gel wê hilbijartibû hatiye kirin. Dûvre Es-Sagîr wiha ragihand: “Ji ber ku îktîdarî di destê Mislimanan de bû ev yek nehat tehamulkirin û li dijî serokkomarê Misrê derbeya leşkerî hat lidarxistin. Niha bi her cûr qeyranê re rû bi rû mane.”

Es-Sagîr diyar kir ku weda hikûmeta derbeyî ya ji bo pêşerojê tune. Dûvre Es-Sagîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eşkere ye gelemperî kufir ji bo ku di welatên Îslamê de hakimiyeta xwe bidomîne bes leşkeriyê bikar tînin. Ji sedî 80 axên Misrê di destê leşkeriyê de ye. Sedema halê Misrê ya niha ew e ku ew bi dewletên Xerbê re hereket dike ye. Hikûmeta derbeyê ya leşkerî bi tu şiklê ji bo pêşerojê waeda tu tişteke nake. Ev ji teref her kesê ve tê zanîn. Divê ku em vê yekê bikarin eşkere diyar bikin. Hêj di nav ciwanên ehlê Misrê de ruhê şoreşê heye.”

Es-Sagîr diyar kir ku roj bi roj Umeta Îslamê bi hev re hereket dike. Dûvre Es-Sagîr wiha pê de çû: “Divê berpirsyariya herî mezin a rewşa ku îro tê de ye alim hilbigirin. Ev yek diyar e. Pêwîst e ku alim îro ji cavakên ku ew tê de ne re ayeta ‘xwe li werîsa min bigirin’ bînin bibîranîn. Hemd ji Xweda re baweriya min ew e ku roj bi roj Ummet nêzî hev dibe. Delîla vê ya herî mezin hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyê hat lidarxistin e. Hevalekî min di derbarê şeva hewldana derbeya li Tirkiyê de ji min re wiha got; ‘ew derbe li Enqerê pêk nehat. Li Xezê pêk hat.” (ÎLKHA) 





Bu haberler de ilginizi çekebilir