• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Berî ku girtina qatilên lawê xwe bibîne rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Perîzad Yavaşa ku diya Turan Yavaşê ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibû qetilkirin berî ku girtina qatilên lawê xwe bibîne li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin rehmet kir.

Kenan Yavaşê birayê Turan Yavaşî ye di derbarê mijarê de diyar kir diya wî him mexdûrê FETO û him jî mexdûrê PKKê ye û wiha got: “Him ez û him jî kekê min Turan em  bi salan bi kumpas û komployên FETO di girtîgehê de  man. Piştî ku ji girtîgehê derket re jî ji teref  PKK/HDPyiyan ve hat qetilkirin. Ji ber van tiştên ku pêk hatin diya min şepirze û mexdûr bû.”

 “Ger ku dewlet bixwaze dikare di 24 seatan de qatilan biqefêle”

Yavaş di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku kekê wî di sala 2014an de hatiye qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj di derheqê bûyerê tu fail nehatine girtin û lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Her wiha di derheqê mijarê de jî tu agahî nedane me. Berî niha min gotibû ev yek jî wek faîlî meçhûl ma. Ger ku dewlet bixwaze dikare di 24 seatan de qatilan biqefêle. Em di televîzyonan de dibînin  dema ku di derheqê kesên naskirî yan jî girîng de tiştek diqewime ji ser bûyerê 24 seat derbas nabe ku qatil an jî şexs tên girtin.Me berî niha jî gotibû mexdûrên FETO nayên dîtin û hikûmet di vî warî de gavên xurt navêje. Min vê mijarê bi midûrê ewlehiyê re şitexilî, ji min re got ku ew ê di demeke kin de qatilan bigrin. Ji ser bûyerê 3 sal derbas bûn lê hêj tu kes nehatin girtin û fail nehatin dîtin. Ez zen nakim piştî vê wextê jî failan bibînin. Lewra hikûmet li ser meselê nasekine. Ger sekinîbana dê failên wî şexsê ku ew bi xwe jî wî wek şehîd qebûl dikin dîtibana.Fail niha di holê de ne.”

 “Piştî ku em ji girtîgehê derketin  diya min di bûyerên 6-7ê Cotmehê de bi darbeya PKKê hilweşiya”

Yavaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir diya wî pir zehmetî kişandiye û wiha got: “ Di sala 2000an de him ez û him jî kekê min Turan em  bi salan bi kumpas û komployên FETO di girtîgehê de  man. Diya me pir qehra me kişand. Piştî ku em ji girtîgehê derketin re  di bûyerên 6-7ê Cotmehê de bi darbeya PKKê hilweşiya. Diya min di lênerîna giran de bû û 2 damarên mîdeya wê asê bûbûn. Ji ber ku pê re nexweşiyên tansiyon, şekir  û qelb hebû nikaribûn mudaxele bikin. Vê şeveqê jî me xebera wefata wê stand. Xweda rehma xwe lê bike. Ew pir zêde kişand. Înşallah kesên ku vê yekê pê dane kişandin him li vê dinayayê him jî li dinyaya din jî bikşînin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir