• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Îro temamê ummetê heyateke mustezaf dijî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Îro temamê ummetê heyateke mustezaf dijî”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de  Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk  qala rewşa îro ya ummeta Îslamê kir û wiha axivî: “Îro temamê ummetê heyateke mustezaf dijî. Lewra pêşevayê ummetê tuneye. Ne îmam ne jî rêberekî wî heye. Ji roja ku Îslam derketiye holê heta îro hejmera Mislimanan ev qas zêde nebûbû. Lê tu carî ev qas belav û perçe nebûbû. Serberdayîtî bûye sedema zîlletê. Li her derê zilm heye. Ummet di nava xwînê de maye. Ger hûn dîqqet bikin îro cihûyek bi cîhûyekî re, xiristiyanek bi xiristiyanekî re an jî cihûyek bi xiristiyanekî re şer nake an jî bi budîstekî re şer nake. Hemû tev de bi Mislimanan re şer dikin. Ev jî ne bas e tiştê herî dilşewat Misliman bi hev re şer dikin. Eb fitneyeke mezin e û îmtîhan e, ders e.”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser qetlîamên ku li alema Îslamê tên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew qas tiştên mezin hene ku hatine serê mustezafan ku em ê qala kîjanê bikin. Ma em qala Helepçe, Fîlîstîn, Misir an jî Sûriyê bikin? Tenê li  Helepçeyê 5 hezar însan bi kîmyasalan hatin qetilkirin.  Birêvebirê ku li Misirê bi rêya sîyasî hate serî dan erdê. Lewra tehemûl nekirin.”

Şenlîk di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser parçebûn û bêhêzbûna ummetê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku perçe perçe bûn êdî ew jî dest bi berhevkirinê kirin. Ji me re dibêjin  ku ‘Sînorên we diyar e, al, dewlet û wetena we heye hûn bi wan re meşxul bibin. Yanî hûn tenê ji mêzela xaniyekê mesûl in, ji rexê din a malê ne mesûl in. Ji wan rexan em mesûl in. Em ê mudaxele bikin.’ Têlan di nav me de danîne û sînoran xêz kirine. Lê ji bo wan tu asteng tuneye. Ji bo em karibin ji vê zilletê xelas bibin pêwîst e em baş bifikirin. Êdî wextê hisûmeta li dijî birayê me yê Misliman derbas bûye. Em dev jê berdin.”

Muhammed es-Sagîrê Endamê Meclîsê Şûrayê û di heyama Mûrsî de Parlementerê Partiya Pêşveçûn û Bînayê jî di bernameyê de axavtinek kir. Sagîr di axavtina xwe ya ku kir de qala şehîdên ku li çar aliyê erdnibgariya Îslamê hatiye dayîn kir û wiha got: “Me wek ummetê bi temamê cudabûnên xwe şehîdan da. Kurd, Tirk û Ereb di oxirê Îslamê de şehîd dan.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir