• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokê AK Partiyî gafek mezin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Hundir doh ji bo ziyaretinan çû Farqîna navçeya Diyarbekirê û beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bû  û xîtabî xelkê kir.

Nîmet Aksoyê Serokê Navçe yê AK Partiyê beriya axavtina Suleyman Soylu axavtina silavkirinê kir. Aksoy di axavtina xwe ya ku kir de bi şaşîtî Wezîr Soylu wek ‘mîmara kaosa li heremê’ wesfand û gafeke mezin kir.

Aksoyê ku di dîmenan de tê dîtin bi kelecan e di axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Birêz wezîrê me, hizûrê herema me, mîmarê herema me, mîmarê teror, kaos û tevlîheviyê Birêz Wezîrê me Suleyman Soylu Beg, ez nebêjim çênabe ewladê mêrxas a Behra Reş. Bi xêr hatiye û şeref daye.”

Di dîmenan de tê dîtin hinek partiyî ji gotinên Aksoy haydar bûne û wî îqaz kirine, lê dîsa dîmenan de tê dîtin  hinek partitî  ji van  gotinên Aksoyî çepikan lê dixin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir