• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Parlementerê Cemaatî Îslamî HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed es-Sagîr û Samî Atîyye ji teref Arîkarê Serokê Giştî Huseyîn Yilmaz û  ednamê GÎKê Vedat Turgut ve hatin pêşîwazkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de Es-Sagîr di derheqê geşedaniyên ku piştî darbê li Misrê rû dane de agahî da û destnîşan kir ew ji ber darbê mecbûr maye ku koçî Qatarê bike û niha jî têketina wî ya Misrê hatiye qedexekirin.

Es-Sagir di berdewama axavtina xwe de  wiha axivî: “Ez di parlamentoya Misirê de parlementer bûm. Di heyama Serokkomar Muhammed Mursî de ez bi dengên xelkê hatim hilbijartin û ez bûm parlamenter. Heta Mursî Meclîsa Şûrayê ya duyemîn damzirandibû û ez ji vê meclîsê re jî wek parlamenter hatibûm hilbijartin. Lê piştî darbê ez mecbûr mam ku welat terk bikim.”

“Em heta şeveqê li meydanan bûn”

Es-Sagîr diyar kir dema ku li Tirkiyê darbe hat kirin ew li Xazzeyê bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em bi darbeyê bihîst em ecêbmayî man û me hîngî zen kir darbe ne li Tirkiyê li Fîlîstînê tê kirin. Wê rojê em wek Mislimanan heta şeveqê digel hev dia kir da ku teşebûsa darbê bi ser nekeve. Em heta şeveqê li meydanan bûn.”

Es-Sagîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Tirkiyê ji wan darbeyên kevin dizanibûn ger ku teşebûsa darbê bi ser keve dê ji tişt bên serê wan û ji ber vê yekê bi temamê hebûna xwe li dijî darbeyê rawestiyane. Es- Sagîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev helwesta ku xelkê nîşan da ya teqdîrkirinê ye  û ev helwest darbekeran tirsandiye.”

“Li Misirê bi hezaran însan hatin qetilkirin”

Samî Atîyye jî di derbarê mijarê de diyar kir piştî ku li Misirê darbe hat kirin re ew mecbûr maye ku li Stenbolê îqamet bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî darbeya ku li Misirê hat kirin re bi sed hezaran însan hatin binçavkirin û jêj jivan nêzî 50 hezar kes di girtîgehan de tên girtin. Her wiha bi hezaran însan hatin qetilkirin. Ew ê dostên me her yek ji wan 25-30 salan di girtîgehê de bên girtin.”

 “Ew helwesta ku xelkê li dijî darbê nîşan da yek ji me jî nikaribû texmîn bike”

Piştî axavtinên ziyaretvanan Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz destnîşan kir darbe sûcê însanetiyê ye û ji xelkên ji ber darbeyan hatine mexdûrkirin xelkek jî xelkên Tirkiyeyê ye vê yekê jî herî baş ew dizanin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî niha em ji çend darbeyan re bûn şahid. Lê di yekî ji wan de kî xelkê bi vî awayî li ber xwe neda û li ber re ranebû. Ji ber vê yekê, ew helwesta ku xelkê li dijî darbê nîşan da yek ji me jî nikaribû texmîn bike.”

 “Xwestin darbe li Tirkiyê bikin û wê jî bikin wek Misirê”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger ku li Tirkiyê teşebûsa darbê bi ser ketibana dê gelek tişt hatibana guhartin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi  teşebûsa darbê xwestin Tirkiyê bikin wek Misirê. Bi darbê ew ê temamê camiayên Îslamî tasfiye kiribana û dê bi sedan hezaran însanan avêtibana girtîgehê û ew ê bi hezaran kesan jî qetil kiribana. Hûn piştî darbê qet nebe ciheke ku xwe lê bispêrin dît;lê tu cihê ku em çûbanê tunebû. Ji ber vê yekê  ji berxwedanê pê tu çareya vê xelkê tunebû. Bi fedakariya kesên di nava ewlehî û eskeriyê de û bi helwesta bi ezm û îman a xelkê  teşebûsa darbê bi izna Xwedê bi ser neket.”

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de diyar kri ger ku li Tirkiyê darbe bi ser ketibana dê ji qetlîamên li Misirê mezintir qetlîam hatibana kirin û wiha li dawî li axavtina xwe anî: “Ez temennî dikim ku di dema kurt de Serokomarê meşrû yê Misirê Muhammed Mûrsî û mahkûmên mexdûrên darbê azad bibin û em ji bo vê yekê dia dikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir