Du TIR li hev qelibîn: 2 mirî
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê du TIR li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin TIRa ku Mehmet Dîrek dajot û TIRa ku Îsa Erkan dajot li ser Xaçarêya Taxa Gîrneliya Nisêbînê li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de ajokarên her TIRan jî di nava TIRan de asê man.
Her du ajokarên ku di qezayê de giran birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hat hînbûn her wu ajokarên ku giran birîndar bûbûn li nexweşxanê digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest dane.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)