• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji DYAyê qedexeyeke nû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya ku ji teref Rêyên Hewayê ya Urdunê ve hatiye dayîn û li gor xeberên ku ajansan xeberan a fermî ya Erebîstana Siûd  daye weşanê, DYA ji bo rêwiyên ku dê ji balafirgehên welatên mîna Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur biçin Amrîkayê qedexeyeke nû aniye. Li gor qedexê rêwiyên ku ji welatên mîna Rojhilatanavîn û Afrîkaya Bakur biçin Amrîkayê dê nikaribin di nava balafirê de hinek cîhazên elektronîk digel xwe bibin û bînin.

Li gor xebera APyê rayedarekî DYAyî daxuyand ku qedexe ji bo rêwiyên ku dê ji Qahîreya Misrê, Ammana Urdunê, Kuveyta Kuveytê, Kazablankaya Fasê, Doha Qatarê, Riyad û Cîddeya Erebîstana Siûdê, Stenbola Tirkiyê û Dubaî û Abu Dabiya Mirnîşînên Ereban werin Amrîkayê derbasdar e. Rayedar her wiha diyar kir hêj nediyar e ku qedexe ew ê çi qas berdewam bike. Rayedarekî din ê DYAyî jî diyar kir ev qedexe ji bo 9 hewarêyan derbasdar e û ew ê roja sêşemê agahî ji van rêhewayan re bê dayîn.

Rêhewayên Qralîyeta Urdunê di derbarê mijarê de destnîşan kir telefon û amûrên tibbî ne daxilî qedexê ne, encax divê tiştên elektronîk ên din divê temam ji beşa baxajê re bên spartin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir