• DOLAR 32.592
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2462.34
  • ...
Cehda xebatê yê xortê ku çavên wî nabînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sadiq Boroyê Helebî yê ku çavê wî nabîne bavê 4 zarokan e û digel malbata xwe li Entabê dijî. Boro a niha di halê xwe yê korbûnê ji bo karibe debara malbata xwe bike hewil dide di tekstîlekê de bixebite. Kesên ku ezma xebatê ya Sadiq Boroyê çavên wî kor dibînin xweziya xwe bi wî tînin.

“Di her halî de ji Xweda re şikir”

Boroyê ku çavên wî ji sedî 95 nabînin destnîşan kir ji bo ew muxtacî tu kesî nebe hewil dide bixebite. Boro dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez berî niha li Heleba Sûriyê dijiyam. Berî vê 4 salan ji ber ku şer dest pê kir ez digel malbata xwe hatim vê derê. Lewra li Helebê jiyan bi temametî sekinîbû. Karek tunebû ku ez bixebitim. Min bihîst ku hosteyê min li Entabê dikan vekiriye û ez ji bo xebatê hatim vê derê. Birayekî min li Sûriyê ma. Ma em ê çi bikin. Ji Xweda re di her halî de şikir.”

 “Ji bo ez karibim debara malbata xwe bikim mecbûr im bixebitim”

Boro di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi roj qismek be jî dikare bibîne lê êvaran qet nabîne. Boro dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çavên min baş nabînin. Encax ji sedî 5 dibînin. Êvaran jî qet nabînin. Ji ber vê yekê jî ez êvaran nikarim bixebitim. Ji bo min bi zehmet û dijwar e. Lê belê ji bo ez karibim debara xwe bikim mecbûr im bixebitim. Bi awayên  din ez nikarim bixebitim. Ma ez ê li deriyê kî bidim. Digel ku çavên min nabînin dîsa hemd ji Xweda re. Dest û piyên min sexlem in. Ez li vê derê li ba terzî dixebitim. Dema ku ez li Sûriyê bûm jî li ba terzî dixebitîm. Lewra mecbûr min. Ez ne mecbûr bana dê nexebitîbana.

 “Daxwaziyeke min tenê heye ku ew jî ji Sûriyê anîna birayê min ê ku çavên wî kor e”

Boro di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku ew dixwaze ameliyat bibe û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Çendîn caran min niyet kir ku ez ameliyat bibim. Lê doxtoran gotin ku damarên çavên te bi temamî çûne. A niha qismen be jî ez dibînim. Birayekî min heye ew jî wek min kor e û niha li Sûriyê ye. Daxwaziyeke min tenê heye ku ew jî ji Sûriyê anîna birayê min e.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir