• DOLAR 32.471
  • EURO 34.711
  • ALTIN 2435.964
  • ...
Dixwazin cismên ku di zeviyên xwe de dîtine werin lêkolînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Kirkata girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê yên ku di zeviyên xwe de dema xebitîne perçeyên hesinan dîtine. Gundî dixwazin bila ev ji teref rêvebiran ve werin lêkolînkirin.

Gundiyan diyar kirin 50 sal berê hinek kesên ku ji Ewrûpayê di destê wan de xerîte hatine gund diyar kirine ku di şûna zeviyên wan de ocaxa hesinê heye.

Edîp Tuglukê ji nişteciyên gund wiha diyar kir: “Em di zeviyên xwe de perçeyên hesinê yên wekê keviran dibînin. 50 sal berê di heyama bavê min de hinek kes ji Ewrûpayê hatine gund. Di destên wan de xerîte hebûne. Diyar kirine ku ew ji bo lêkolînê hatine vira û divê mintiqê de madena hesinê heye. Çendîn sal e em di zeviyên xwe de perçeyên hesinê dibînin.”

“Em dixwazin bila ev hesin werin lêkolînkirin”

Abdullah Temîz jî wiha axivî: “Li Gundê Kirkatê û hawîrdora wê ji berê ve perçeyên hesinê tên dîtin. Heta kesên bi karê madenê re mijûl in diçin welatên din bila werin Gercewsa Êlihê. Li Gundê Kirkatê hesin tê dîtin. Ev hesin berê ji teref biyaniyan ve hatine dîtin. Hatine vê derê kontrol kirine. Em dixwazin bila ev hesin werin lêkolînkirin.”

Temîz diyar kir hesinê ku dê were tespîtkirin ji bo aboriya Êlihê baş e û dûvre  wiha pê de çû: “Em dixwazin ku rêvebir van hesinan lêkolîn bikin. Heta hûn diçin ciyên dûr li hesinê digerin werin li Gundê Kirkata Gercewsê li hesinê bigerin.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir