Qedexeya derketina derve ya li Licê û Hênê hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku di 19ê Adarê de li Licê û Hênê hatibû îlankirin hat rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin qedexeya derketina derve ya ku li gundên Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Çeper, Ergînkoy û Tuzlakoya girêdayê Licê û li gundên Keledîbî, Topçular, Akçayurt, Yukari Turaliya girêdayê Hênê hatibû îlankirin hat rakirin.(ÎLKHA)