• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Jibidawîbûna şerê li Sûrî re DYE astengiya herî mezin e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îttîhad’ul Ulema ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji ber ku DYE mizgefteke li Sûrî bombebaran kiriye bertek nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de bi dehan Misliman hatine qetilkirin û bal hat kişandin ku ji  bidawîbûna şerê li Sûrî re DYE astengiya herî mezin e.

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Şeveke berê li Helebê ji teref balafirên cengî yên DYEyê ve êrîş li mescîdeke hat lidarxistin û di encama êrîşê de bi dehan însan hatin qetilkirin. Ev êrîşa ku DYEya emperyalîst a rejîma îşqalker û çavkaniya fitne û fesadiyê û ya ku ji bo hemî mirovahiyê tehdît e hilgirtiye ser xwe bi tu wechê nayê qebûlkirin. Birayên me yên siwîl û bêparastin ên ehlê Sûrî bûne hedef. Bi vê yekê carek din hat dîtin mimkûn nîne ku hêzên Xerbî ji tu peymanê re bibin navçîn.”

Di daxuyaniyê de temenî hat kirin ku demildest ev şerê li erdnîgara Îslamê pê xemgîn dibe û dihezine bi dawî bibe. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “DYEya ku ji xeynî berjewendiyên xwe zêdetir tu armanca wê tune û li erdnîgara Îslamê xwîn û hêstir diherikîne qebûl kiriye ku wê vê erîşê lidar xistiye. Ev yek jî nayê wê wateyê ku êrîşên berê hatine lidarxistin wê bi xwe nekiriye. DYE, beriyê şerê li Sûrî ya ku me qet nedixwest dest pê bike anî jî em temenî dikin ku demildest bi dawî bebe astengiya herî mezin e. Wek Yekitiya Alim û Medresan ji birayên me yên ku di encama êrîşa herî dayî ya mizgeftê de wefat kirine rehmet dixwazin û temenî dikin ku demildest ev şerê ku alema Îslamê hezinandiye bi dawî bibe. Xweda, bi hesaba xwe emperyalîstên mel’ûn ên ku hesaba wan li ser axên me hene bide sekinandin. Wan di dinya û axîretê de bi navê xwe ya Zuntîqam qehr û perîşan bike.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir