• DOLAR 32.45
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2441.104
  • ...
'Bibare bihar e nebare xedar e'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên gelek bajêrên herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr pîştî hewaya germ bi berf û baranê re rû bir û mane. Lewra divê ku gotina pêşiyan a ‘Bibare bihar e nebare xedar e’ ciyê xwe bigire.

Wekê ku tê zanîn di rojên zîpan de (ku li gor hesaba Kurmancan çar rojên dawî yên meha Sibatê û sê rojên meha Adarê) berf û baran bibare bihar e. Lê nebar e xedar e.

Piştî mehên zivistanê di meha ewil a demsala biharê de gel hêvîdar e ku êdî hewa germ bibe û rewş ber bi biharê vê biçe. Rast e heke di herêmên din de ev meh bi xweşî derbas bibe jî li herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr bi taybet li herêma Rojhilatê di vê mehê de hêj zivistan didome. Lewra gor hesaba Kurdan ev rojên dawî yên zivistanê ne û wek ‘rojên zîpan’ tên navandin.

Rojên zîpan… Dawiya demsala zivistanê û destpêka heyama biharê. Ji bo heywandar û cotkaran xêr û bereket e. Lewra gor mezinan barîna berf û baranê ya di van rojên zîpan de nîşaneya kulîlk, giyah û avê ye. Ji ber vê yekê mezinên herêmê her tim vê gotina mezinan a ‘Bibare bihar e nebare xedar e’ tînin ziman.

Di van rojên ku wek destpêka demsala biharê tê hesibandin de rêyên gelek gundên herêmên Rojhilat ji ber barîna berfê hatine girtin.

Li Mûşê rêyên 290, Bedlîsê 90 û Wanê rêyên 42 gundan hatine girtin. Hat ragihandin ji bo ku ew rê werin vekirin dest bi xebatê phatiye kirin. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir