• DOLAR 32.444
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2441.401
  • ...
Malbat bendewar e ku neqla gurçikê li lawê wan were kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîkmet Çetînê 25 salî yê bavê 2 zarokan ji ber ku 2 gurçikên wî jî îflas kiriye bang li rêvebiran. Çetîn diyar kir ku ew bendewar wek neqla gurçikê alîkarî lê were kirin.

Çetînê nexweşê gorçikê ji ber dermanên ku bikar tîne nikare bi hêsanî biaxive. Çetînê ku 4 sal berê ji ber nexweşiyeke din çûbû bexweşxanê ferq kir ku di gurçikên wî de pirsgirêk heye.

Çetîn diyar kir ku gelek tedawî lê hatiye kirin lê pirsgirêka wî ya gurçikê zêdetir bûye û ew niha bi diyalîzê dijî.

Muhbet Çetîn diyar kir 5 meh piştî zewaca wan mêrê wê dûçarê nexweşiya gurçikê bûye. Muhbet Çetîn diyar kir ji ber ku rewşa mêrê wê xedartir bûye wê gurçikeke xwe daye mêrê xwe. Lê jê re nebûye. Çetîn dûvre wiha diyar kir: “Em her roj diçin nexweşxanê. Rojeke em di mala xwe de nesekinîne û me rehetî nedîtiye. Kesê ku li me mêze bike tune. Zehmetiya ku em dikêşin bes em û Xweda dizane.”

Dê Goze Çetîn jî diyar kir ku lawê wê pir zehmetî kişandiye û bi pirsgirêkan re rû bi rû maye. Dê Çetîn wiha axavtina xwe domand: “Lawê min cûda bibû. Ji ber ku nexweşiya wî zêde kir ew niha cem me dijî. Em malbateke 12 kesî ne û mêrê min ê 55 salî di înşeatê de dixebite da ku li me mêze bike.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir