• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu şêxê Nakşîbendî ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di bergeha xebatên partiyê de çûbû Bedlîsê ji şêxên Nakşîbendî Nureddîn Mutlu ziyaret kir.

Şêx Nureddîn Mutluyê ku Yapicioglu û heyeta pê re pêşewaz kir destnîşan kir ji bo ku pirsgirêkên herêmê werin çareserkirin divê ku partiyên siyasî terefdarê çareseriyê bibin. Lewra di bingeha pirsgirêkan de cehalet û nezanîn heye.

Yapicioglu diyar kir ku cehalet di xerabûna civakê de faktoreke mezin e û ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin divê ku alim û zanayên xwedî şiûr hebin. Dûvre Yapicioglu dûvre wiha li axavtina xwe kir: “Divê ku beriya her tiştî em li hemberê Rebbê xwe heddê xwe bizanin û bi vê zanîn û şiûrê hereket bikin. Helbet ilm pir girîng e. Lê divê ku wek Misliman em di her qadên aktîf de bixebitin û ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin hewl bidin. Hûn di qada ilmê de, em di qada siyasetê de yên din di qadên din de. Cehalet bes bi vê şiklê xelas dibe.”

Yapicioglu wiha diyar kir: “Her wext ji ber hirmet û muhebbeta me ya ji alimên me yên ku di îlm û îrfanê de xizmet dikin em hatin vira. Em bi van ziyaretan seydayên xwe ziyaret dikin da ku ew ji me re dua bikin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir