• DOLAR 32.459
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2439.89
  • ...
 "Helwesta Xerbê ya li dijî Mislimanan dê bi heman şiklê bidome"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mardîniyan ji ber ku Hollanda Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakş Fatma Betul Sayan Kaya û destûra daketana Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu neda bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku dê helwesta Xerbê ya li dijî Mislimanan her tim wiha bibe û dê ji vir pê ve ev yek bidome.

Mêrdîniyan di serî de Hollanda ji helwestên welatên Xerbê yên li dijî Tirkiyê nirxandin. Wan destnîşan kirin ku welatên Xerbê carek din dirûtiya xwe dane nîşandan û divê ku tu kes vê yekê ji bîr neke.

“Ev yek dereînsanî ye”

Hasan Agalday diyar kir ku ev helwesteke dereînsanî ye. Dûvre Agalday wiha axivî: “Dê ev îro sibe poşman bibin lê dê wê çaxê êdî ev poşmanûbûn kêrî tişteke neyê. Hollanda an jî Almanya tên rû bi rû hevdîtin dikin û dikenin lê piştî vê yekê ji me re davik vedidin. Ev helwestên dereînsanî nîne. Bi hesp û kûçlkên xwe însanan pelixandin. Ev dereînsanî ye. Em van helwestan şermezar dikin.”

“Rûyê wan a kirêt derket holê”

Lutfu Gunluoglu diyar kir ku çendîn caran welatên Xerbî bi vê şiklê tevger kirine. Dûvre Gunluoglu wiha destnîşan kir: “Mixabin wek gelê Tirkiyê ya me vm yekê fêm nekiribû yan jî me nexwest ku em vê yekê fêm bikin. Mimkûn nîne ku mirov vê yekê qebûl bike. Ev yek barbartî ye. Rûyê Xerbê ya kirêt bi vê helwestê derket holê. Ya girîng ew e ku wek Tirkîye em wan deşîfre bikin û gor vê yekê têkiliyên xwe ji nû ve vesaz bikin.”

“Gavên ku hewce dike divê ku demildest were avêtin”

Huseyîn Arasan diyar kir divê Tirkiye danekirinên xwe yên li dijî Hollandayê demildest tetbîq bike. Dûvre Arasan wiha diyar kir: “Welatên ku endamê Neteweyiyên Yekbûyî ne bi helwestên xwe rûyên xwe yên kirêt carek din dan nîşandan. Ev êrîş ne ji bo referandûmê ne. Ev êrîşên kirêt li dijî Misliman û Umeta Îslamê hatine kirin. Divê ku Tirkiye vê yekê baş analîz bike.”

“Naxwazin ku Tirkiye xort bibe”

Zuleyha Oncel diyar kir ji ber ku naxwazin Tirkiye xort bibe serî li listîkên xiha dikin. Dûvre Oncel wiha ragihand: “Em dikarin bibêjin ji bo ku yekitiyeke bi hêz a ku ji Mislimanan pêk yê çênebe van lîstikan lidar dixin. Mixabin di vê warê de li welatên Ereb ser ketin. Li gelek welatan ev gengeşe hêj didome. Heman gengeşeyên li ser Tirkiyê çendîn caran ceribandin. Lê tişteke bidest nexistin. Înşaellah dê bidest nexin. Divê ku her kes îro baş bifikire. Bi taybet di rojên herî dawî de ji bûyerên ku berê hatine lidarxistin bûyerên cûdatir lidar dixin. Naxwazin ku Tirkiye xort bibe.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir