• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Ez bi hûnandina kilîm û seccadeyan hatim van rojan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Bismîla Diyarbekirê Huseyîn Sarialtun ku debara xwe bi hûnandina kilîm û seccadeyan temîn dike diyar kir ku ew bendikên libasên kevin ji nû ve dirêse û bi van bendikan kilîm û seccade çêdike. Sarialtun diyar kir dema ku vê karê dike wek derûnî jî rihet dibe.

Huseyîn Sarialtunê 49 salî û bavê 6 zarokan mesleka xwe ya ku hêdî hêdî tê bîrkirin ev 22 sal e hewl dide ku bidomîne.

Sarialtun diyar kir ku pirraniya mişteriyên wî pîrek in. Dûvre Sarialtun wiha diyar kir: “Zilam zêde nayên vira. Ji ber ku pîrek ehemiyetê didin tiştên wiha pirraniya mişteriyên min pîrek in. Dayîk bendikên kevin ên di malêde mane tînin didin min. Carinan jî bendikên nû ji min re tînin. Bendikên ku tînin vir ez bi maqarayê kilîm û seccade çêdikim. Bi vê şiklê debara çmalbata xwe temîn dikim.”

Sarialtun diyar kir ku ew kilîm û seccadeyên cûr bi cûr çêdikin. Dûvre Sarialtun wiha diyar kir: “Nêzî 22 salan e ez bi hûnandinê debara xwe temîn dikim. Ez bi hûnandina kilîm ûseccadeyan hatim van rojan.”

“Di saya vê karê de derûniya min sereeast nû”

Sarialtun diyar kir piştî ku ew ji leşkeriyê hatiye dest bi vê îşê kiriye. Dûvre Sarialtun wiha diyar kir: “Piştî ku ez ji eskeriyê hatim dûçarê nexweşiya psîkolojîk bûm. 45 roj li Xarpêtê di nexweşxsnê de mam. Piştî ki min dest bi vê karê kir di saya derman û vê karê de derûniya min sererast bû. Ji mala me kekê min jî vê karê dikir. Berê ji ber ku ji min re zor dihat min nedixwest ku ez di vê karê de bixebitim. Dûvre min cem kekê xwe dest bi vê karê kir.”

“Niha ez rojê 2-3 kilîm çêdikim”

Sarialtun wiha pê de çû: “Li Bismîlê berê 5 kes vê karê dikirin. Dûvre hinek çûn Anadolê û hinek jî karên din kirin. Bes ez mam. Li Bismîlê piştî ku kes nema vê karê bike hemî mişterî hatin cem min. Zêde kes hatin vira. Carinan kesên ku perê xwe pêşin didan jî min ji wan re 7 meh roj dida. Niha ji ber ku kar kêm e ez bêhna fireh dixebitim.” (ÎLKHA)  



















Bu haberler de ilginizi çekebilir