• DOLAR 32.443
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2441.89
  • ...
Di şewatê de 6 kes bi jehrê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê di Taxa Aştiyê de di malekî de şewat derket. Di encama şewatê de 3yê wê zarok bi tevahî 6 kes bi jehrê ketin.

Gor agahiyên hatine bidesxistin li navçeya Qosera Mêrdînê di Taxa Aştiyê de di xaniyê Mehmet Can de ji ber sedemên ku hêj nayê zanîn agir derket.

Di encama şewatê de Nalan Can (27) û zarokên wê Şeyhmus Botan (4), Elîf Berfîn (3), Salîha (1), Merve Tumur(18) û Mesut Ablayê ji tîma îtfaîyeyê ji ber dûmanê bi jehrê ketin.

6 kesên ku bi jehrê ketibûn bi ambulansan wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Her wiha hat diyarkirin ku Ablay jî dema zarokê ji nav xaniyê derxistiye maskeya xwe daye zarokê. Ji ber vê yekê ew jî bi jehrê ketiye. (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir