Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Yek mirî 6 birîndar
Li navçeya Mutkana Bedlîsê qezaya trafîqê çêbû. Di encama trafîqê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li navçeya Mutkana Bedlîsê qezaya trafîqê çêbûye. Di encama trafîqê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di saet 10.30an de li derdora Gundê Mêzikan pêk hat. Wesayîta yicarî ya bi pleqeya 13 T 0019 a ku ajovanê wê Sezgîn Kuşoglu bû li wesayîta bi pleqeya 34 ZA 2365an a ku ajovanê wê Nîzamettîn Yeşîlirmak bû qelibî.
Di encama qezayê de M. Kazim Yeşîlirmakê 46 salî digel hemî midaxaleyan jiyan xwe ji dest da û Nîzamettîn Yeşîlirmak, Abdulcelil Tultak, Abdulkerim Tultak, Sezgin Kuşoglu, Huseyîn Sulun û Çîçek Sulun birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndaran rakirine nexweşxaneyên dewletê yên Bedlîs, Tetwan û Motkan. (ÎLKHA)