• DOLAR 32.456
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2441.063
  • ...
"Melayên ku bi eqîda xerabûyî tên îthamkirin hêj dest bi wezîfeya xwe nekirine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Quluba Erdemlî Gençlîkê ve li Zanîngeha Rihayê paneleke bi navê ‘Ji 28ê Sibatê ber bi 15ê Tîrmehê ve Pratîka Darbeyan’ hat lidarxistin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Turan axavtinek kir. Turan di axavtina xwe de destnîşan kir ew hakimên ku di 28ê Sibatê de di aleyha Mislimanan de qerar dane  ji ber ku têkiliya wan bi darbeya 15ê Tîrmehê re heye hatine girtin.

“Melayên ku bi eqîda xerabûyî tên îthamkirin hêj dest bi wezîfeya xwe nekirine”

Turan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mexdûrên 28ê Sibatê hêj di girtîgehê de tên girtin ku vebala vê yekê pir zêde ye. Turan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hakimên ku di 28ê Sibatê de di aleyha Mislimanan de qerar dane  niha di girtîgehê de ne û qerara ku ev hakim dane wek qerarên adil tên hesibandin û  însanên ku bi qeraran hatina girtin hêj di girtîgehan de tên girtin. Melayên ku bi eqîda xerabûyî tên îthamkirin hêj dest bi wezîfeya xwe nekirine. Hêj xweh û qîzên me yên ku heqên wan nehatine îadekirin hene.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir