• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
LiSemsûrê hejên paşbir didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku wek navend li navçeya Samsata Semsûrê di tûndiya 5,5an de erdhej çêbû nêzî 20 hejên paşbir çêbû. Hat ragihandin ku hê jî ev hejên paşbir bi heman şiklê didomin.

Gor rojeyên ku ji Rasadxaneya Kandîllî û Ensitutuya Lêkolîna Erdhejê hatiye bidestxistin navçeya Samsata Semsûrê wek navend di saet 14.07an de di tûndiya 5,5an de erdhej çêbû. Hat ragihandin ku hê jî ev hejên paşbir bi heman şiklê didomin.

Hat ragihandin ku erdhej li Riha, Meletî, Diyarbekir, Qeyserî, Xarpêt, Mêrdîn, Osmaniye, Qahramanmaraş û Kilîsê jî hatiye hîskirin û xanî û avahiyên li Samsatê jî texrîb bûne.

Dest bi belavkirina konan hat kirin

Hat ragihandin ku piştî erdhejê AFAD gelek tîmên tendirûstiyê sewqê herêmê kiriye û ji bo kesên ku nikarin têkevin nav xaniyên xwe dest bi belavkirina konan hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku Qeymeqamê Samsatê Yusuf Yildirim û Serokê Şaredariya Samsatê Yusuf Firat li mintiqa erdhejê de tehqîqat kirine.

Serokê Şaredariya Samsatê: Hinek xanî xera bûne

Serokê Şaredariya Samsatê Yusuf Firat di derbarê mijarê de daxuyanî da. Firat destnîşan kir ku ji ber erdhejê hinek xanî xera bûne. Her wiha Firat diyar kir dema ku erdhej çêbûye ew di avahiya şaredariyê de bûye. Piştî erddhejê ew derketine derve.

Firat diyar kir ku tu kes li navenda merkezê de birîndar nebûye lê hatiye bidestxistin ku di Taxa Orentaşê de hinek birîndar hene.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê li navçeya Siwêrega Rihayê dibistan hatine tatîlkirin. (ÎLKHA) 















































Bu haberler de ilginizi çekebilir